Di anketan de partiyên desthilatdar ên Elmanyayê di rêzên jêr de ne

Li Elmanyayê li gorî anketekê heke îro hilbijartin were kirin wê rêjeya dengê tifaqa CDÛ-CDÛ di asta herî kêm a dîrokê de be.

Angela Merkel piştî serokwezîrtiya 16 salan diyar kiribû di hilbijartina meha Îlonê de nebe namzet. Ji dêvila wê namzeta CDÛ û CSÛ Armîn Laschet hatibû diyarkirin. Dema ku namzetiya Laschet hate diyarkirin di anketan de dengê CDÛ û CSÛ ji sala 1949’an ku tevlî hilbijartinan bûbû û heta niha, daket asta herî kêm.

Rojnameya Bîldê anket bi şîrketa INSA da kirin û hate diyarkirin heke îro hilbijartin were kirin wê dengê partiyên yekîtiyê bibe ji sedî 25.5. Li gorî anketa dawîn ev jî dibe zêdebûneke 1,5 pûanî.

Li gorî anketê wê dengê Partiya Keskan a ku dengê xwe zêde dike jî wê bibe ji sedî 23,5. Li gorî anketa hefteya borî jî dengê SPD’ê wekî xwe ma û wê dengê wan ji sedî 15 be.

Li gorî anketê wê dengê FDP ji sedî 12, dengê AfD’ê jî ji sedî 11 be.

Tekane partiya mûxalefetê ya çepgir Partiya Çep (Dîe Lînke) jî bi rêjeya ji sedî 7,5 wê karibe benda ji sedî 5 derbas bike.

Li gorî van encaman dibe ku sê koalîsyonên cihê ava bibin.