Li Qûdsê şer dewam dike, bi sedan kes birîndar bûn
Li Mescîd-î Aksa ya li rojhilatê Qûdsê şerê navbera Fîlîstîniyan û polîsên Îsraîlê dewam dike. Di şerê roja Duşemê de bi sedan Fîlîstîniyên din birîndar bûn.
Li Mescîd-î Aksa ya li rojhilatê Qûdsê şerê navbera Fîlîstîniyan û polîsên Îsraîlê dewam dike. Di şerê roja Duşemê de bi sedan Fîlîstîniyên din birîndar bûn.
Şerê nû li gorî teqwîma Îbranî di 'Roja Qûds'ê de ya ku dewleta Îsraîlê rojhilatê Qûdsê fetih kir, qewimî.
Bi hezaran Fîlîstîniyên ku serê sibehê li hev civiyan, tiştên di destê xwe de avêtin hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê yên li nava Mescîd-î Aksa bi cih bûbûn. Li qada ku Yahûdî jê re Girê Perestgehê dibêjin û ji bo Misilmanan jî Mescîd-î Aksa ya pîroz e, ji êvara Înê ve şer diqewime.
Êvara Înê piraniya wan Fîlîstînî zêdeyî 200 kes di şer de birîndar bûbûn.
Rojên Şemî û Yekşemê li Mescîd-î Aksa aramî hebû jî roja Duşemê li sektorên din ên rojhilatê Qûdsê şer ji nû ve qewimî.
Li gorî Heyva Sor a Fîlîstînê di şerê doh de bi sedan Fîlîstînî birîndar bûn, nêzî 50 ji wan rakirin nexweşxaneyê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê azadiya baweriyê ewle bikin û rê nedin bûyerên tundiyê.
Netayahû diyar kir ku divê koloniyên Yahûdiyan ên li rojhilatê Qûdsê dewam bike û got, "Qûds paytexta Îsraîlê ye. Her netewe paytexta xwe ava dike, lewma mafê me ye ku em jî li Qûdsê ava bikin. Ya ku em dikin ev e û em ê vê yekê jî dewam bikin."
Yek ji sedemên rageşiya hefteyên dawî ya li rojhilatê Qûdsê rewşa malbatên Fîlîstînî yên li taxa Şêx Cerrah e. Malbatên Fîlîstînî ji ber koloniyên Yahûdiyan di nava gefa qewirandinê de ne.
Dihate payin ku li Dadgeha Bilind vê Duşemê rûniştineke diyarker di vê mijarê de pêk bihata, lê belê ji ber rewşa heyî hate taloqkirin.
Li aliyê din bi piştgiriya ji bo çalakgeran, ji Şerîda Gazeyê ya di bin kontrola Hamasê de ye ber bi Îsraîlê ve bombe û roket hatin avêtin. Artêşa Îsraîlê jî bi tankan êrişî nuqteyên leşkerî yên Hamasê yên li başûrê Şerîda Gazeyê kir.