Mirovên ku pêşiyên wan kiribûn kole, daxwaza sererastkirinê dikin
Mirovên li herêmên cuda yên cîhanê, ku pêşiyên wan hatibûn kolekirin, bi hinceta ku hîn jî bandora nêzîkatiyê koletiyê dewam dike, ji dewletan dixwazin ku sererastkirinê bikin.
Mirovên li herêmên cuda yên cîhanê, ku pêşiyên wan hatibûn kolekirin, bi hinceta ku hîn jî bandora nêzîkatiyê koletiyê dewam dike, ji dewletan dixwazin ku sererastkirinê bikin.
Mirovên ku li herêmên cuda yên cîhanê pêşiyên wan kiribûn kole, ji dewletan dixwazin ku sererastkirinê bikin.
Li Fransayê, çalakiyên mirovên ku daxwaza sererastkirinê dikin 20 salên dawî zêde bûn. Li gelek welatan ev daxwaz hate kirin.
Lêkolîneran rewşa li 17 welatan nirxandin.
DYE'yê ji bo sererastkirinê di sala 1865'an de biryareke leşkerî amade kir û hewl da ku li seranserê Atlantîkê xaka ji 1.600 kîlometreyî ya ku desteser kiribû bide koleyên berê. Polîtîkaya 'Qantirek û 16 hektar xak' ji ber nerazîbûna spiyên elîtîst bi kêr nehat û di demeke kurt de dewletê dest jê berda.
Piştre şexsan yek bi yek serlêdan kirin û xwestin birîn bên pêçandin. Henrietta Woods wê demê 2.500 dolar ku niha di berdêla 65.000 dolarî de ye, sererastkirina madî bi dest xist. Ev rêje heta vê serdemê rêjeya herî bilind a şexsekî ye.
Li Jamaikayê jî komîsyonek hate avakirin. Di nava welatên ku daxwaza sererastkirinê cidî dibînin giravên Maurice û Jamaika hene.
Li Jamaikayê di salên 1990'î de bi pêşengiya kesayetê polîtîk ê bi navê Mike Henry komeke xebatê hate avakirin û di encama vî karî de hikumetê biryar da ku komîsyonekê ava bike.
Komîsyona navborî di sala 2013'an de tevî Civaka Karabîkan xebitî û di encamê de 10 daxwaz hatin kirin.
Daxwaz wiha ne:
Lêborîna tam û fermî
Enstîtuyek li ser karê koletiyê li Ewropayê bê avakirin
Dest li xwedîkirina dema koletiyê ya bi giranî bi xwê û şekir bê werdan
Ji bo pêşketina welatên Karabîkê tecrûbe bên parvekirin, deynên wan bên jêbirin
Lê belê Jamaikayê heta niha bi ti awayî ev daxwaz bi cih neaniye.
KOMELEYÊN KOLOMBIYAYÎ XWE JI GOTINA 'SERERASTKIRINÊ' VEDIGIRIN
Li Kolombiyayê jî komele bi rengekî cuda nêzîk dibin. Ji bo sererastkirinê li ser wê dixebite ku mirov bibin xwedî xak û perwerdeyê.
Qanûna bi hejmara 70'ê ya ku sala 1993'an hate ragihandin, karakterê pirgelî ya welêt qebûl kir. Qanûna 'xwedîbûna kolektîf' jî derfetê dide ku mirovên reş bibin xwedî xak û zeviyan.
Li Fransayê karên ji bo sererastkirinê ji salên 2000'î ve dewam dikin. Li Fransayê bi taybetî ji bo Guadalup, Martinique, Reunion û Guyaneyê daxwaza sererastkirinê tê kirin.