Li Meksîkayê dayikan li aqûbeta zarokên xwe pirsîn

Li Meksîkayê ku rêxistinên sûcê her sal bi hezaran kesî dikujin, bi hezaran jin daketin qadan û li aqûbeta zarokên xwe yên winda pirsîn.

Li Meksîkayê ji sala 2006'an ve zêdeyî 300 hezar kes hatin kuştin. Ji ber ku dewlet, hêzên ewlekariyê û rêxistinên sûc di nava hev de ne, ev yek dibe sedema pirsgirêkên giran. Di nava 15 salên dawî de çend kes ji aliyê rêxistinên sûc ve hatin qetilkirin, di hejmarên fermî de nîne. Her wiha di heman demê de 80 hezar kes jî weke 'winda' hatin qeydkirin.

Rayedar li pêşberî windayan bêdeng in. Malbatên kesên hatine windakirin li dijî vê yekê ketin nava liv û tevgerê. Doh li gelek bajarên welêt bi hezaran dayikên windayan li hev kom bûn û bang li hikumetê kirin ku zarokên wan bibîne. Bi wesîleya 'Roja Dayikan' çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de işaret bi berpirsyariya hêzên ewlekariyê û dewletê ya di windakirinê de hate kirin û pankartên bi nivîsa "Em ê navê te ji tevahiya cîhanê re ragihînin" û "Çeteyên narkotîk, leşker, dozgerî-Hûn hemû riziyayî ne" hatin hildan.

Li Meksîkayê ji sala 2006'an ve di operasyona berfireh a hikumetê ya dijî çeteyên narkotîkê de heta Kanûna 2020'î herî kêm 80 hezar û 500 kes weke 'winda' hatin qeydkirin. Di heman demê de zêdeyî 300 hezar kes jî hatin kuştin.

Tevî ku Serokdewlet Andres Manuel Lopez Oprador beriya niha gelek soz dane jî malbat di wê baweriyê de ne ku ji bo dîtina zarokên wan bi têrkerî hewl nadin.