Li gorî Hamasê ji roja Duşemê ve 83 Fîlîstînî mirin

Tevgera Îslamî 'Hamas' ku Şerîda Gazzeyê kontrol dike, ragihand ku ji roja Duşemê û vir ve di êrişên Îsraîlê de 83 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Hamasê, roja Pêncşemê di êrişên hewayî yên Îsraîlê de li Şerîda Gazzeyê 16 kesên din hatin kuştin.

Ji roja Duşemê dema destpêkirina şerê navbera Hamas û Îsraîlê û vir ve, hejmara Fîlîstîniyên hatin kuştin gihîşt 83 kesî. Li gorî Hamasê 17 ji kesên hatine kuştin zarok in.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 487 Fîlîstînî jî birîndar bûne.

Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, avahiyeke ji deh qatî ya li Şerîda Gazzeyê hilweşand, ku tê de buroyên qenala televîzyonê ya El Aksayê jî lê bû. Ev avahî sêyemîn avahiya mezin a Şerîda Gazzeyê bû.

Li aliyê Îsraîlê jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 7 kes.

Çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê roja Çarşemê ragihand ku ji Gazzeyê derdora hezar roketî hatine avêtin. Di daxuyaniya sibeha Pêncemê de jî hate ragihandin ku hezar û 500 roket hatine avêtin. Ji ber êrişa bi roketan, seferberên balafiran ên ber bi Tel Avîvê hatin rawestandin û berê balafiran dan Balafireha Ramonê ya li başûrê welêt.