Li DYE’yê êrîşek bi çek: 7 kes mirin

Li eyaleta Colorado ya DYE’yê di dema pîrozbahiya rojbûniyekê de kesekê bi çekê êrîş kir, 6 kes mirin, piştre jî xwe întixar kir.

Polîsên Sprîngs a Colorado dema ku xebera êrîşeke bi çek pêk hatiye, bihîstin; xwe gihandin cih bûyerê û li cihê bûyerê bi cenazeyê 6 kesên mirî re rû bi rû hatine. Kesekî giran birîndar jî bûbû, li nexweşxaneyê mir.

Li gorî encamên destpêkê yên lêpirsînê, dema malbatek ji bo pîrozbahiya rojbûnekê kom bûne, êrîş pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya polîsan jî ev tişt tê gotin: “Heskiriyê yek ji yên di nava qurbaniyan de cih digirt, dema bi wesayîtê hate cihê bûyerê li wir gule bera vexwendiyan barand, piştre jî xwe kuştiye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber sedemê êrîşê nehatiye zanîn, lêpirîsn didome.

Di hefteyên dawî de li DYE’yê êrîşên bi çek zêdetir bûne. Li gorî daneyên Gun Violence Archive ku bûyerên şideta çekan lêkolîn dike, di dala 2020’ê de 43 hezar kes ji ber çekan mirine.