Şerê Hamas-Îsraîlê: Seferên balafiran ên ber bi Tel Avîvê hatin rawestandin
Ji ber şerê navbera Îsraîl û Hamasê, seferên balafiran ên ber bi Tel Avîvê ve hate rawestandin.
Ji ber şerê navbera Îsraîl û Hamasê, seferên balafiran ên ber bi Tel Avîvê ve hate rawestandin.
Ji ber roketên ku bi rojane ji Şerîda Gazzeyê tên avêtin, seferên balafiran ên ber bi Balafirgeha Ben Gurion a Navneteweyî ber bi Balafirgeha Ramon a nêzî Eilatê ya li başûrê welêt hate guhertin.
Rayedaran diyar kirin ku ev biryar vê gavê ji bo balafirên ji Tel Avîvê radibin derbas nabe.
Roja Çarşemê çavkaniyên leşkerî Yên Îsraîlî ragihandin ku komên çekdar ji Gazzeyê nêzî hezar roket avêtin. Sibeha Pêncşemê jî ragihandin ku hezar û 500 roket hatine avêtin.
Beriya vê daxuyaniya dawî ya têkildarî avêtina roketan, diyar kiribûn ku li bajarê Nablûsê yê li Şerîa Rojava gule berdane 'êrişkarekî'.
Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê diyar kir ku li nêzî bajêr, Fîlîstîniyekî li hemberî artêşa Îsraîlê şer kir, jiyana xwe ji dest da. Li Şerîa Rojava ji roja Çarşemê ve hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 kes.
Artêşa Îsraîlê jî ji Şerîda Gazzeyê li nuqteyên Hamasê dike. Navendeke Hamasê û mala fermandarê tevgerê Iyad Tayîb hate bombekirin.
Hamasê roja Çarşemê diyar kiribû ku femrandarê Gazzeyê yê baskê leşkerî Waîl îsa hatiye kuştin. Çavkaniyên Îsraîlî jî ragihandin ku sê kesên girîng ên Hamasê hatine kuştin.
Hêzên hewayî Yên Îsraîlê avahiyeke ji deh qatan hilweşand ku buroyên qenala televîzyonê ya El Aksayê jî lê bû.
Li Şerîda Gazzeyê heta niha herî kêm 67 Fîlîstînî hatine kuştin ku 17 ji wan zarok in û nêzî 400 birîndar bûne. Li aliyê Îsraîlê jî 7 kes hatin kuştin.