Li şikefta Guattari hestiyên 9 mirovên Neandertal hatin dîtin

Li şikefta Guattari ya li nêzî bajarê San Felice Circeo yê Îtalyayê hestiyên 9 mirovên Neandertal hate dîtin ku beriya 90 hezar heta 50 hezar salî sax bûn. Wezareta Çandiniyê ya Îtalyayê ev vedîtin weke 'awarte' pênase kir.

Li şikefta Guanttari ya li nêzî bajarê San Felice Circeo yê li herêma navbera bajarê Napolî û paytexta Îtalya Romayê ye, hestiyê 9 mirovên Neandertal hatin dîtin. Tê texmînkirin ku yek ji wan Neandertalan ji 90 hezar salî heta 100 hezar salî beriya niha sax bû, 8 jê jî ji 50 hezar salî heta 65 salî sax bûn.

Wezîrê Çandê yê Îtalyayê Dario Franceschini li ser mijarê daxuyanî da û ev vedîtin weke "awarte" pênase kir.

Berpirsyarê karê kolandinê Francesco Di Mario jî anî ziman ku ew texmîn dikin li herêmê nifûsa mirovên Neandertal gelek bû.

Midûrê Servîsa Antropolojiyê ya Herêmî Marion Rubini jî got, "Mirovên Neandertal qonaxeke girîng a demek gelekî beriya veguherîn û pêşketina mirovan temsîl dike. Mirov di asta herî bilind a civakîbûnê de ne."

Tê gotin ku ev vedîtin wê bike ku nifûsbûyîna mirovên Neandertal a li herêmê baştir bê fêhmkirin.

Li şikefta ku kolandin lê tê kirin fîl, kergedan, xezal, hest û hirç jî di nav de hestiyê bi hezaran heywanî hatin dîtin.

Şikefta Guattarî di Sibata 1939'an de ji aliyê Antropolog Albert Carlo Blanc ve hatibû dîtin.