Îsraîlê li 130 cihên Gazzeyê xist: Gelek kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Gazzeyê li 130 'hedefên leşkerî' yên Hamas û Îslamî Cîhad ên li Gazzeyê xistine. Hate ragihandin ku 15 kes hatine kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conricus got, "Me li 130 hedefên leşkerî yên Hamasê xistin."

Conricus bi dewamî got, "Li gorî texmînên me, ji Hamas û Îslamî Cîhad me 15 kes kuştin."

Rayedarên Fîlîstînî jî diyar kirin ku di êrişên Îsraîlê de herî kêm 20 kes hatine kuştin. Heman çavkaniyan ragihandin ku 9 ji kesên hatine kuştin zarok in.

Çavkaniyên Hamasê jî diyar kirin ku di êrişê de ji fermandarên baskê leşkerî yê Hamasê Mûhammed Fayyîd li bakurê Gazzeyê hatiye kuştin.

Ji Şerîda Gazzeyê jî roja Duşemê di nava çend saetan de nêzî 150 roket ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Serokwezîr Benyamîn Netanyaû got, "Hamasê xeta sor binpê kir." Netanyahû got, "Îsraîl wê bi tundî tevbigere, yên êriş kirine wê berdêleke giran bidin."