Li Tengava Hurmuzê di navbera Îran û DYE’yê de alozî

DYE diyar kir ku li Tengava Hurmuzê dîsa ew û Mûxafizên Şoreşê yên Îranê hatine hemberî hev.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYE John Kîrby diyar kir ku li Tengava Hurmuzê dîsa navbera wan û keştiyên Îranê de alozî çêbûye. Kîrby îddîa kir ku 12 keştiyên Mûxafizên Şoreşê herî kêm 140 metreyan nêzî keştiyeke binê avê ya DYE bûye.

Kîrby diyar kir di dema bûyerê de herî kêm 7 keştiyên DYE hebû û ji keştiyên DYE ji bo hişyariyê çek hatine berdan. Kîrby îddîa kir ku Mûxafizên Şoreşê yên Îranê berê jî keştiyên Emerîkayê tacîz kirine û îddîaya du hefte berê dubare kir.

Kîrby diyar kir ku li herêmê wê DYEm ‘mafê xwe yê parastinê ya rewa’ bi kar bîne û bal kişand ser vî tiştî ku ev mafê wan e.

Tengava Hurmuzê ji bo çûna ji Okyanûsa Hîntê ber bi Kendava Basrayê cihekî mecbûrî ye, ji ber tengbûnê jî berê jî aloziyên wisa çêbûbû. Herî dawîn di dawiya meha Nîsanê de keştiyên DYE ji bo hişyariyê gule bera keştiyên Îranê dabûn.