Şerê navbera Hamas-Îsraîlê: Bi dehan kes hatin kuştin
Li Fîlîstînê şerê navbera Hamasê û leşkerên Îsraîlê giran dibe. Li aliyê Fîlîstînê herî kêm 35 kes, li aliyê Îsraîlê jî 5 kes hatin kuştin.
Li Fîlîstînê şerê navbera Hamasê û leşkerên Îsraîlê giran dibe. Li aliyê Fîlîstînê herî kêm 35 kes, li aliyê Îsraîlê jî 5 kes hatin kuştin.
Li gorî artêşa Îsraîlê, ji êvara Duşemê ve nêzî hezar roket ji Şerîda Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.
Hate ragihandin ku 850 ji wan ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatine astengkirin yan jî li xaka Îsraîlê ketine. 200 ji wan jî li aliyê Fîlîstînê ketine.
Êvara Sêşemê piştî êrişa destpêkê ya bi roketan a li hemberî Tel Avîvê, li gorî Hamasê bi şev 110 roketên din hatin avêtin.
Hamasê diyar kir ku weke bersiva li êrişên Îsraîlê yên li ser avahiyên sivîlan, wan roket avêtine.
Duyemîn rêxistina herî mezin a çekdarî ya li Şerîda Gazzeyê Îslamî Cîhad jî ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê de herî kêm du fermandarên wan jiyana xwe ji dest dane. Îslamî Cîhadê diyar kir ku sibeha Çarşemê nêzî 100 fuze avêtine Îsraîlê.
Civaka navneteweyî ji bo bidawîbûna rageşiya leşkerî ya navbera Hamas û Îsraîlê bang kir.
Ji roja Duşemê ve Îsraîl bi balafir û helîkopterên şer êriş dike. Li gorî Wezaerta Tenduristiyê ya Şerîda Gazzeyê herî kêm 35 kes hatine kuştin ku 12 ji wan zarok in û zêdeyî 230 kes birîndar bûne. Di nava kesên hatine kuştin de fermandarên Hamasê û Cîhada Îslamî jî hene.
Li aliyê Îsraîlê jî di êrişa bi roketan de 5 kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn.
Wezîrê Parastinê Îsraîlê Benny Gantz gef xwar û got, "Gelek hedef hene ku em ê lê bidin. Ev hîn destpêk e."
Şefê Hamasê Îsmaîl Haniye jî got, "Eger Îsraîl dixwaze rageşiyê zêde bike, em ji berxwedanê re amade ne. Eger Îsraîl dixwaze bisekine, em ji vê re jî amade ne."