Îsraîlê paşve gav avêt: Em neketin Gazzeyê

Artêşa Îsraîlê piştî daxuyaniya ku gotibûn ew ketine nava Gazzeyê paşve gav avêt û got, "Pirsgirêkeke ragihandinê ya navxweyî" rû da.

Artêşa Îsraîlê di şeva Pêncşemê de ragihand ku ew ketine nava Gazzeyê.

Artêşa Îsraîlê li ser Twitterê daxuyaniyek kurt weşand û got, "Hêzên hewayî û bejahî yên Îsraîlê di rewşa heyî de êrişekê li Şerîda Gazzeyê dimeşînin."

Lê belê artêşê sibeha Înê daxuyaniyek nû da, paşve gav avêt û diyar kir ku "pirsgirêkeke navxweyî ya ragihandinê ye."

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conricus ji rojnameya The Times of Israel re axivî û diyar kir ku yekîneyên Îsraîlê bi rengê teknîkî li xaka Gazzeyê bi cih bû bin jî rewşeke wiha nayê wateya "dagirkeriya ji bejahî ve."

Li gel vê yekê li qadê şer bi rengekî giran dewam dike.

Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku tank û wesayitên zirxî li xaka Fîlîstînê bi cih kirine. Wezareta Parastinê her wiha 2 hezar leşkerên cîhgir seerber kir û ragihand ku hejmara leşkerên ketine nava liv û tevgerê gihîştiye 9 hezar leşkerî.

Serokwezîrê rastgir ê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi şev daxuyanî da û diyar kir ku wê êrişên xwe yên li ser Hamasê dewam bikin û got, "Min got ku Hamas wê berdêleke giran bide. Em ê vê bikin û bi giranî jî bikin."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê ji roja Duşemê ve 27 jê zarok herî kêm 109 Fîlîstînî hatin kuştin. Lİ aliyê Îsraîlê jî yek jê zarokekî 6 salî û yek jî leşkerek 7 kes hatin kuştin.