Li Efganistanê ji ber cejnê agirbest hate ragihandin

Li Efganistanê di navbera tevgera Talîban û hêzên Efganî de ji ber Cejna Remezanê agirbesta 3 rojan hate destpêkirin.

Piştî şerê dijwar ê bi hefteyan li gelemperiya welat dom dike û şûnde, alî ji bo 3 rojan agirbest îlan kir.

Pêşniyara agirbestê bi boneya Cejna Remezanê Talîbanan kir, Serokkomar Eşref Ganî jî ev yek qebûl kir.

Li Efganistanê ji 1’ê Gulanê û vir ve her diçû asta şer dijwartir dibû. Li bendê bû ku wê heman dîrokê leşkerên DYE’yê vekişîna, lê rêveberiya Joe Bîden bi temamî vekişîn taloqî 11’ê Îlonê kir.

Talîban ên nêzî 20 sal in şer dike cara 4’emîn ku agirbestê pêk tîne.

Serokomarê Efganistanê Eşîref Ganî di axaftina Cejna Remezanê de, banga agirbesteke ku bidome li Talîbanan kir. Ganî got: “Ji we ne teslîmbûnê, daxwaza çareseriyeke siyasî qebûl dikim. Şer ne çareserî ye.”

Di navbera Talîban û hikûmeta Efganî de ji meha Îlonê û vir ve muzakereyên aştiyane her çendî didome jî lê heta niha ti pêşketin pêk nehatiye.

Di vî şerî de ku bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest daye, Talîbanan gelek cih kirine bin kontrola xwe. roja Sêşemê Talîbanan navçeyeke di bin kontrola hikûmetê ya li derdorî Kabîlê kirin destê xwe.

Her diçe Talîban zêdetir navenda bajarên mezin dorpêç dike. Li gorî analîstan, berî ku Talîban dest bi êrîşeke mezin bike, li bendê ye ku Emerîkayî vekişin.