Nûçeya Lezgîn: KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Li Efganistanê êrişa bombeyî ya li dijî otobusekê: 11 kes mirin

Li Efganistanê li dijî otobusekê êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Tarik Arian diyar kir ku doh bi şev li wîlayeta Zabûl a li başûr rojhilatê welêt, dema ku otobusek di rê de derbas dibû bombeyek teqiya.

Hate ragihandin ku di encama teqînê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 28 kes jî birîndar bûne. Êriş çend saet piştî ragihandina agirbesta sê rojan a Talîbanê ya bi wesîleya Cejna Remezanê pêk hat. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.

Beriya du rojan jî li taxeke paytext Kabûl ku piraniya şêniyên wê Hazara yên Şîa ne, li dibistaneke ku zarokên keç lê dixwend êrişeke bombeyî hatibû kirin. Piraniya wan zarokên keç zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, nêzî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Talîbanê ragihand ku eleqeya wan bi vê êrişê re nîne, lê hikumetê berpirsyariya êrişê xiste stuyê Talîbanê. Talîban îdîa dike ku ji Sibata 2020'î û vir ve li Kabûlê ti êriş nekirine.