Li Kabûlê di êrişa dijî dibistanekê de 50 kes mirin

Li paytexta Efganistan Kabûlê li dibistanake ku zarokên keç lê dixwend, êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Seyîd El Şûhada ragihand ku roja Şemiyê li taxa ku piraniya şêniyên wê Hazarayên Şîa ne, li dibistanekê bi wesayita bombebarkirî êrişek hatiye kirin.

Berdevk diyar kir ku piştî teqîna destpêkê, xwendekar bi panîkê reviyan û di vê kêliyê de du bombeyên din hatin teqandin.

Li gorî berdevk herî kêm 50 kes mirine û derdora 100 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyên êrişê, xwendekar bûn.

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. Lê belê Serokkomar Eşref Ganî êriş xiste stuyê Talîbanê.

Talîbanê jî sûcdarî red kir û diyar kir ku ti eleqeya wan bi êrişê re nîne.