Li Rûsyayê ji sala 2018'an û vir ve êrişa herî giran a li dibistanekê qewimî. Li vî welatî ku kontrola li ser çekan gelekî xurt e, dramên bi vî rengî kêmcaran rû didin.
Li gel vê yekê bûyerên tundiyê yên ku xwendekar di nav de, zêde bûn.
Êrişa dawî li paytexta Komara Tataristanê Kazanê pêk hat ku ser bi Federasyona Rûsyayê ye û şêniyên wê misilman e. Li gorî ajansên TASS û Ria Novosti, tîmên alîkariya lezgîn ragihandin ku li Kazanê 9 jê xwendekar 11 kes hatine kuştin. TASS'ê diyar kir ku 32 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyekî ji tîmên alîkariyê ji Ria Novosti re axivî û got, "Hêzên ewlekariyê zarokek girt ku ji êrişê berpirsyar dibîne." Hate ragihandin ku gumanbar 19 salî ye. Rêveberê Komara Tataristanê Rustem Minnihanov ji televîzyona cemaweriyê re axivî û got, "Destûrnameya wî ya ji bo çekê hebû."
Cotmeha 2018'an li Qirimê di êrişeke çekdarî de ya li lîseyekê 19 kes hatibûn kuştin.