Zapatîsta û Kurd wê bigihêjin hev!

Zapatîsta di 13'ê Tebaxê de li Madrîdê derdikevin qadan. Zapatîstayên ku nêzî 400 salî li dijî mêtingeran li ber xwe dan, wê xwe bigihînin Kurdan jî.

Tevgera Zapatîsta (EZLN-CCIG) 5'ê Cotmeha derbasbûyî bi navê "Çiyayekî li deryayê" belavokek weşandibû û diyar kiri ku ji Nîsana 2021'ê û pê ve wê şandeyên Zapatîsta bişîne 5 parzemînan. Hate ragihandin şandeyên destpêkê wê biçin Ewropayê û di 13'ê Tebaxa 2021'ê de li Madrîdê bin.

13'ê Tebaxê ew roj e ku Spaniyan beriya 500 salî paytexta împaratoriya xwecihî ya Aztek a li xaka Meksîkayê Tenochtitlan dagir kiribû, gelên xwecihî qetil kiribû û talan kiribû.

Zapatîsta weke gelê xwecihî yê Maya 400 salî li dijî mêtingerên Spanî û 100 sal in jî li dijî hikumetên netewe delwet ên Meksîkayê yên mêtinger/neolîberal mestîzo li ber xwe didin. Ji ber vê yekê jî wê 13'ê Tebaxê li Madrîdê ji xelkê Spanyayê re bêjin, "Em li vir in, we nekarî me tune bikin. Em berxwedan û serhildanê dewam dikin." Yek ji armancên vê rêwîtiyê ku bi rengekî îronî weke "fetihkirina berevajî" tê pênasekirin, wê were ragihandin ku ew tevlî daxwazên berê yên lêborînê nabin.

Serokdewletê niha yê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador (AMLO) sala 2019'an dema ku dest bi wezîfeyê kir ji Qralê Spanyayê Felipe yê 6'emîn û Dêra Sereke ya Katolik Vatîkanê û Papa Francîsco re nameyek şandibû û ji wan xwestibû ku ji gelên xwecihî yên Meksîkayê ji ber kiryarên xwe yên dema mêtingeriyê lêborînê bixwazin.

Ev daxwaz ji aliyê Qralê Spanyayê ve di cih de hate redkirin. EZLN (Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta) ev daxwaza AMLO ku bi projeyên xwe yên heyî gefê li jiyana civakî ya gelên xwecihî dixwe, weke nêzîkatiyeke populîst pênase kiribû. Ji xwe niha li Meksîkayê li dijî gelên xwecihî yên ku dixwazin qadên xwe yên jiyanê ji van projeyan biparêzin, qirkirin dewam dike. Lewma gelê xwecihî yê Zapatîsta Maya dibêjin ku ew ne ji bo biçûkxistinê, dilşewitînê yan jî efûkirinê diçin Ewropayê, ew ji bo vegotina tişta ku gelan dike weke hev diçin Ewropayê: Xewn û xeyala me ya hevpar.

RÊWÎTIYA DERYAYÊ YA JI 6-8 HEFTEYAN

Şandeya destpêkê ya Zapatîsta ku ji 7 kesan pRêk tê ku 4 jê jin, 2 jê mêr û yek transeksuel û navê Fîloya 421'emîn (Escuadron 421) li xwe kiriye, wê bi keştiya bi navê 'Çiya' (La Montana) 3'ê Gulana 2021'ê ji peravên Meksîkayê ber bi Ewropayê ve berê xwe bide okyanûsa Atlasê. Tê texmînkirin ku ev rêwîtiya deryayê 6-8 hefteyan dewam bike û şande di nava meha Hezîranê de bigihêje peravên Galîçya ya Spanyayê. Piştre jî wê di heman demê de şandeyên nû ji hewayê bigihêjin Ewropayê.

Armanca Zapatîstayan ew e ku bi 'Rêwîtiya ji bo Jiyanê' xwe bigihînin gelên mîna wan li ber xwe didin, têdikoşin. EZLN'ê beirya niha bi 20 salan bi meşa 'Rengê Xakê' li tevahiya Meksîkayê geriya, xwe gihand gelên berxwedêr û destnîşan kirin ku ew serhildêrên heman têkoşînê ne. Îro jî wê vê rêwîtiya xwe li cografyayeke cuda bike.

Ji koordînatorên vê rêwîtiyê SubMoises diyar kir ku ew ji Elmanya, Awûstûrya, Slovenya, Katalonya, Sardînya, Qibris, Xirvatistan, Danîmarka, Spanya, Fînlandiya, Fransa, Yewnanistan, Hollanda, Macaristan, Îtalya, Luksembûrg, Norwêc, Welatê Baskê, Polonya, Portekîz, Qraliyeta Yekbûyî, Romanya, Rûsya, Sirbistan, Swêd, Swîsre, Tirkiye, Ûkraynayê hatine vexwendin heta ku derfetê wan hebe wê tevlî hemû vexwendiyan bibin.

WÊ BI KURDAN RE JÎ BICIVIN

Gelekî din ê berxwedêr ku Zapatîsta wê li Ewropayê bi wan re bicive Kurd in. Kurd her çend ne Ewropî jî bin demeke dirêj e ji ber şerê li Kurdistanê ji cih û warê xwe bûne û neçar mane koçî Ewropayê bikin. Cih, dem, çarçove û naveroka vê hevdîtinê wê dema bê ji aliyê Zapatîsta û Tevgerên Kurd ve bê ragihandin.