CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li gorî Pekînê NATO 'gefa Çînê' dinepixîne
Rêveberiya Pekînê ragihand ku 'teoriya gefa Çînê' ya ku di civîna bilind a NATO'yê de hate destnîşankirin, hatiye nepixandin û ev yek weke hewldanek ji bo afirandina "şerekî çêkirî" nirxand. -
Li nêzî Yemenê cenazeyê 25 koçberan hate dîtin
Li Kendava Adenê ya Yemenê du roj berê keştiyeke koçberan noqî avê bûbû. Di xebatên lêgerînê de cenazeyê 25 koçberan hate dîtin. -
Heyeta ku PDK’ê destûr neda ew werin Başûrê Kurdistanê li Berlînê hate pêşwazîkirin
Beşeke heyeta aştiyê ya ku ji Berlînê xwestibûn biçin Başûrê Kurdistanê û PDK’ê ew asteng kiribûn, li Berlînê hatin pêşwazîkirin. -
Talîbanî naxwazin dewleta Tirk li Efganistanê bimîne
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan diyar kir piştî ku DYE vekişe ew ê leşkerên Tirk li Efganistanê bimîne. Talîbanê jî got “Heke hinek kes şaşiyeke wisa bikin, em ê wan wekî dagirker bibînin.” -
Partiya Çepgir: Dewleta Elman divê nebe nokerê Erdogan
Astengkirina şandeya ku dixwest ji Dusseldorfê were Hewlêrê bû sedema ku Elmanya bi tundî were rexnekirin. Rêveberê Partiya Çepgir Schîndler got, ''Divê saziyên Elman nebin xulamê Erdogan''. -
Elmanya ya ku ji dewleta Tirk tirsiya, destûr neda heyeta aştiyê – NÛ BÛ II
Ji bo ku balê bikşînin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk îro heyeteke aştiyê xwest ji Dusseldorfê biçe Hewlêrê. Polîsên Elmanyayê ji 17 endamên heyetê re got “Çûna we, wê bandoreke neyînî li têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re bike’. -
Artêşa Iraqê: Tirkiye 20 km sînor bezandiye, ev dagirkeriyeke mezin e
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl diyar kir dewlat Tirk 20 km sînor beandiye û got, ''Ev dagirkeriyeke mezin e'' -
Rûsya bi peykeke pêşketî wê kapasîteya sîxuriyê ya Îranê mezin bike!
Li gorî rojnameya Washîngton Postê, Rûsya wê peykeke sîxuriyê ya pêşketî bide Îranê. Hate ragihandin ku Îran wê bi rêya vê peykê kapasîteya xwe ya sîxuriyê mezintir bike. -
DYE'yê pêkanînên li ser rayedarên berê yên Îranî betal kir
DYE'yê, di demekê de ku bi Îranê de danûstandinên nukleerê dike, pêkanînên li ser rêveberên berê yên Îranî ferz kiribû, betal kir. Di heman demê de pêkanîn danî ser tevnekê ku bi alîkariya malî ya bi Hûsiyan tê sûcdarkirin. -
Bi teqîna çiyayê agirî Nyîrangongo mirovên hatibûn derxistin vegeriyan
Li Komara Kongo ya Demokratîk Gomayê piştî teqîna çiyayê agirî bi heftiyan bi hêviya ku malên xwe li ser piyan bibînin bi tirs vedigerin Goma ya li rojhilatê Kongoyê û herêma derdora wê. -
Di 20 salên dawîn de hejmara zarokên karker zêde bû
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19’ê bi milyonan zarok neçar mane ku bixebitin. -
Hikumeta Swêdê: Operasyonên Tirkiyeyê bandorê li sivîlan dike
Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê bandorê li ser sivîlan dike. -
Ziwatiya li Brezîlyayê wê bibe sedema pirsgirêkên giran
Li Brezîlyayê ziwatî gihîştiye asta herî bilind a sedsala dawî. Li tevahiya welêt, metirsia krîza av û elektrîkê heye. -
Talîbanan 10 mayinrakêr kuştin
Li bakurê Efganîstanê li bajarê Baglanê 10 mayinrakêr ji hêla talîbanan ve hatin kuştin. -
Li Mozambîkê komên 'cîhadî' 51 zarok revandin
Rêxistina civaka sivîl Save the Childeren ragihand li bakurêrojhilat ê Mozambîkê sala 2020'an piranî jê zarkeç 51 zarok ji hêla komên 'cîhadî' ve hatine revandin. -
KENY’yê ji bo dema duyemîn a Sekreteriya Giştî Gûterres erkdar kir
Konseya Ewlekariya NY’yê, sekrekteriya giştî ya dema duyemîn a Antonîo Gûterres ê 72 salî erê kir. Li bendêye ku li Desteya Giştî ya NY’yê di rojên pêşiya me de ji bo Gûterres deng bide. -
Piştî komkujiya li Burkîna Fasoyê bi hezaran kesî malên xwe berdan
Li gundekî Burkîna Fasoyê piştî ku zêdetirî 160 kesî hatin kuştin, 5 hezar û 300 kesî gundên xwe berdan. -
Li Kanadayê çar kesên ji malbateke misilman hatin kuştin
Li Kanadayê çar kesên ji malbateke misilman bi êrîşeke bi kamyonê hatin kuştin. Hate diyarkirin ev êrîş bi plan hatiye kirin. -
'Şerê destpêkê' yê beriya 13 hezar û 400 salî
Bermahiyên ku li Sûdanê ji aliyê arkeologan ve hatin dîtin, weke delîlê şerê herî kevn ê hatiye keşifkirin, tê qebûlkirin. Bermahiyên beriya 13 hezar û 400 salî yên li peravê Nîlê hate dîtin, nîşan dide ku komek ji mirovan di nava şer de ne. -
Li Pakistanê di qezaya trênê de 40 kes mirin
Li Pakistanê di qezaya trênê de 40 kes mirin. Dibe ku bîlanço girantir bibe. -
Pûtîn vekişîna ji Peymana Asîmanê Vekirî pejirand
Salek piştî ku DYE'yê xwe ji Peymana Asîmanê Vekirî vekişand, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî mohra xwe danî binê biryara vekişîna ji heman peymanê. -
Li Pakistanê qeza trenê: Herî kêm 30 kes mirin
Li başûrê Pakistanê di encama qezaya trenê de herî kêm 30 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Nîjeryayê dizê heywanan 66 gundî qetil kirin
Li eyaleta Kebbî ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, bi dehan dizekên heywanan êriş birin ser 7 gundan. Herî kêm 66 gundî qetil kirin. -
Iraq dibe çol
Li Iraqê her sal 100 hezar hektar zeviyên çandinê dibine çol. -
Li Burkîna Fasoyê bi kêmanî 138 sivîl hatin kuştin
Li Burkîna Fasoyê li gundekî bakur derengiya şevê êrîşeke bi çekdarî çû ser gundekî û bi kêmanî 138 sivîl hatin kuştin.