Li Mozambîkê komên 'cîhadî' 51 zarok revandin

Rêxistina civaka sivîl Save the Childeren ragihand li bakurêrojhilat ê Mozambîkê sala 2020'an piranî jê zarkeç 51 zarok ji hêla komên 'cîhadî' ve hatine revandin.

Save the Chîldren daxuyaniyeke niviskî ragihand û got, ''Ji hêla wan komên çekdar ve ku tevî nav şer dibin revandina zarokan bi rengekî ku bibe alarm bûye taktîkek.''

Rêxistina civaka sivîl ragihand di navbeyna Çileya 2020'an û Çileya 2021'an de piranî jê zarkeç 51 zarok hatine revandin û diyar kir ev hijmar tenê yên ku hatine aşkerekirin dibêje, hijmar hê zêdetir e.

Komên ku li xwecih bi navê 'El Şebab' (Bi Erebî 'ciwan', êrîşên xwe li herêmaCabo Delgado ku piranî jê Misilman in û hêjar e û sînorê xwe bi Tanzanyayaê re heye êrîşên xwse zêde kirin.

Ev kom gundan dişewitînin, seriyan jêdikin, ji bo ku ji xwe re endama peyda bikin mirovan destser dikin û wan ji xwe re dikin koleyên zayendî.

Dawiya meha Adarê li Palmayê bi jî bi dehan kes hatibûn kuştin.