Hikumeta Swêdê: Operasyonên Tirkiyeyê bandorê li sivîlan dike

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê bandorê li ser sivîlan dike.

Ann Lînde pirsa li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a bersivand. Pirs ji aliyê Berdevkê Karên Derve ya Partiya Çepgir Hakan Svennelîg  hatibû kirin.

Ann Lînde di bersiva xwe de diyar kir divê hurmet nîşanî serweriya Iraqê were nîşandan, sivîl werin parastin û di navbera PKK û dewleta Tirk de jî pêvajoyeke aştiyê ya berfireh were destpêkirin.

Bersiva Lînde wisa ye: “Di hevdîtinên bi nûnerên Tirk re û di hevdîtinên YE de ez her dem qala domandina girîngiya pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û hikumeta Tirk de dikim. Di vî warî de derbarê çalakiyên Tirkiyeyê yên Iraq û herêma nêzî xwe jî, ez fikarên xwe diyar dikim. Divê hurmet nîşanî serweriya Iraqê were nîşandan û li gorî hiqûqa navneteweyî were tevgerandin.

Operasyonên leşkerî yên ku Tirkiye li bakurê Iraqê dike, bandorê li ser ewlehiya sivîlan û îstîkrara li wir dike. Hiqûqa navneteweyî derbarê parastina sivîlan daxwazên gelekî zelal pêşkêş dike. Aliyên şerekî çekdarî bi tenê dikarin li hedefên leşkerî bixin. Daneyên derbarê êrîşên kîmyewî yên li Bakurê Iraqê nehate piştrastkirin. Lê di hemû şertan de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye.”