Iraq dibe çol
Li Iraqê her sal 100 hezar hektar zeviyên çandinê dibine çol.
Li Iraqê her sal 100 hezar hektar zeviyên çandinê dibine çol.
Li gorî saloxdariyên Komîteya Herêmanên Çandinî, Av û Çiravê ya Parlamentoya Iraqê li welêt ku 32 milyon hektar zeviyên çandinê hene, her salê 100 hezar hektar jê dibe çol.
Endamê Komîteyê Elî El Budaîrî got kêmbûna avê û germbûna hewayê qadên çandinê yên welêt dikuje. Budaîrî diyar kir li welêt deverên şînkahî her ku diçe zêdetir dibine çol û got rojên pêş ew ê kêmbûna avê gotebêj bikin.
El Budaîrî diyar kir Iraq rêbaza çandinyê ya rêz û rêçikî diemilîne û bi destlêragiriyê rezervên avê nayê bikaranîn. Budaîrî her wiha got bendavên nû têne danîn ji bo demên ziwabûnê bêna bikaranîn.
Li Iraqê çandinî bi giştî li ser ava Ferêt û Dîclê ye. Ji ber ku Tirkiye gelek caran avê dibire van salên dawî li Iraqê av kêm dibe û her wiha ji ber ku şilî jî kêm bûye, çol zêde dibin.