Talîbanan 10 mayinrakêr kuştin

Li bakurê Efganîstanê li bajarê Baglanê 10 mayinrakêr ji hêla talîbanan ve hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efganîstanê Tariq  Arîan bi daxuyaniyekê got, ''Talîban ketin saziyeke ku ji operasyona rakirina mayinan berpirs û li her kesî reşandin.''

Li gorî saloxên ku berdevk dayî bi kêmanî 10 mayinrakêr hatin kuştin.

Berdevkê Walîtiya Baglanê Cavîd Başarat jî got şeva çarşemê êrîş li qadeke di ber kontrola hikûmetê de pêk hatiye û rûyê êrîşkan veşartî bûye.

Efganîstan ji ber şerê bi dehan salan dom kirî yek ji wan welatan e ku pir mayin lê hatine çandin.

Van mehên dawî li bajarê Baglanê gelek caran şer derket. Li hin navçeyan hema hema her roj Talîban û hêzên bi ser hikûmetê şerê hev dikin.

Nexasim piştî ku hêzên Emerîkî 1'ê Gulanê bi fermî ji Efganîstanê vekişiyan rûdanên tundrew zêdetir bûne. Tê payin heta 11'ê Îlonê bi temamî vekişin.Talîban van demên dawî kontrola xwe berfireh kirin.