'Şerê destpêkê' yê beriya 13 hezar û 400 salî

Bermahiyên ku li Sûdanê ji aliyê arkeologan ve hatin dîtin, weke delîlê şerê herî kevn ê hatiye keşifkirin, tê qebûlkirin. Bermahiyên beriya 13 hezar û 400 salî yên li peravê Nîlê hate dîtin, nîşan dide ku komek ji mirovan di nava şer de ne.

Zanyaran zanîbûn ku mirovan di serdemên kevnar de amûrên kevir, tûnç û yên mîna wan, ne tenê ji bo nêçirvaniyê bi kar dianîn, di heman demê de li dijî hev jî bi kar dianîn. Têkildarî vê yekê heta niha gelek belge di kolandinan de eşkere bûbû.

Di serdemên beriya dîrokê de di navbera mirovan de bi giranî bûyerên tundiyê di asta hevxwarinê de diqewimîn. Zanyaran li ser van bûyeran heta niha kêm delîl peyda kirin. Li gorî zanyaran, şerê li nava kabîleyê yan jî şerê navbera kabîleyan zêde rû nedidan.

Lê belê bermahiyên beriya 13 hezar û 400 salî yên li Sûdanê hatin dîtin, zanyar matmayî hişt. Arkeologan ev bûyera ku weke şerê destpêkê yê rêxistinkirî tê pênasekirin, lêkolîn kirin. Di encamê de çekên ku mirovan di vî şerê destpêkê de li dijî hev bi kar dianîn, peyda kirin.

Li herêma Jebel Sahaba ya li ser sînorê Misir û Sûdanê Şaristaniya Neolotîk a Qadan hebû ku beriya 14 hezar salî dest pê kir û heta 3 hezar salî dewam kir. Di vê demê de ku Cîhan ji Serdema Qeşayê derket û derbasî nava pergala avhewaya nû bû, gelek civakên mirovan li vê herêma li qiraxa Nîlê diman. Piraniya van civakan jî karê nêçirvaniyê û masîgiriyê dikir.

Li vê herêmê li ser 61 bermahiyên mirovan ên hatin dîtin lêkolîn hate kirin. Di encamê de jî eşkere bû ku li serî û bedena wan mirovan şopa lêdana kuştinê heye. Zêdeyî nîvê van derban jî bi rimê hatiye kirin.

Li gorî pisporan, şerê li vê herêmê ne şerekî mezin bû, lê şerekî welê bû ku gelek caran diqewimî.

Di şer de ne tenê jin û mêr dibûn hedef, her wiha êriş li dijî zarokan jî dihate kirin. Zanyar her wiha diyar dikin ku di şer de jin û mêr bi hev re tevlî şer dibûn.