Li Burkîna Fasoyê bi kêmanî 138 sivîl hatin kuştin

Li Burkîna Fasoyê li gundekî bakur derengiya şevê êrîşeke bi çekdarî çû ser gundekî û bi kêmanî 138 sivîl hatin kuştin.


Êrîşkaran gundê Solhanê kirin hedef, ku gund bi ser bajarê Yaghayê ve ye û li ser sînorê Nîjerê dimîne.

Li gorî saloxdariyên  hikûmetê êrîşkaran gundî kuştin, mal û cihê bazarê dane ber êgir.

Hikûmetê ji êrîşkaran re got, 'terorîst', heta vê gavê ti komê ev komkujî li xwe negirtiye.

Li herêma Sahelê ji serê salê û wir ve komên cîhadî yên radîkal ên bi ser El Qaîde û DAÎŞ'ê ve êrîşan tînin.

Êrîşan bêhtir dibin ser Burkîna Faso, Malî û Nîjerê. Berdêla giran sivîl didin.

Piştî komkujiya li Burkîna Fasoyê şîna netewî ji bo 72 saetan hate ragihandin.

Bi êrîşa komên çete yên ku bi 'çete'tiyê têne binavkirin, ji sala 2015'an û wir ve li Burkîna Fasoyê zêdetirî 1400 kesî hatine kuştin, ji milyonekê zêdetir mirhov ji bêgavî şûnwarên xwe berdan.