Heyeta ku PDK’ê destûr neda ew werin Başûrê Kurdistanê li Berlînê hate pêşwazîkirin

Beşeke heyeta aştiyê ya ku ji Berlînê xwestibûn biçin Başûrê Kurdistanê û PDK’ê ew asteng kiribûn, li Berlînê hatin pêşwazîkirin.

Beşeke heyeta aştiyê ya ku PDK’ê nehiştibûn ew têkevin Başûrê Kurdistanê vegeriya Berlînê.

Di heyetê de siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan, çalakgerên ekolojiyê û enternasyonalîst cih girtin.

Endamên heyetê ji ANF’ê re axivîn.

Bîrgul Ozpolat: Ji bo ku şer were sekinandi, xwîna birayan neyê rijandin û banga aştiyê em çûn Hewlêrê. Nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî me derveyî mirovahiyê bû, me jî qebûl nekir.

Remezan Mendo: Em heyeta aştiyê tevî hevalên xwe yên ji bajarên cihê yên Elmanyayê em çûn Hewlêrê. Hêzên li wir mudaxele kirin û em asteng kirin. Ji bo ku xwîna Kurdan neyê rijandin em çûbûn wir. Dema gihiştin Hewlêrê di destê wan de lîste li benda me bûn, ev lîste çawa ketiye destê wan em nizanin, lê navê min ji xeynî lîsteyên Tirkan di tu lîsteyan de tune.

Dewleta faşîst a AKP’ê dixwaze di navbera Kurdan de şerek çêbibe. Me yê li wir ji bo sekinandina şer bang bikira.

Me yê hêzên siyasî bianiya ba hev, ji bo ku şer bi dawî bibe me yê bihistyariyek ava bikira. Lê ji ber nêzikatiyên li dijî demokrasiyê em negihiştin armanca xwe. Ev nêzikatî zirarê dide Kurdan û Kurdistanê. A niha têkiliya PDK’ê bi dewleta Tirk re gelekî baş e û ev têkilî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xetere ne.

Rojnameger Hînrîch Schultze: Dema ku em gihiştin Hewlêrê, min fêm nekir çi bû. Tu agahî nedan min ku ez çima hatime destgîrkirin.

Bi awayekî li dijî demokrasiyê çûna me hate astengkirin.