Li nêzî Yemenê cenazeyê 25 koçberan hate dîtin

Li Kendava Adenê ya Yemenê du roj berê keştiyeke koçberan noqî avê bûbû. Di xebatên lêgerînê de cenazeyê 25 koçberan hate dîtin.

Masîvanan cenazeyê koçberan dîtin. Rayedarê herêmî yê Yemenê Celîl Ahmet Alî got “Masîvanan 25 cenaze ji avê derxistin. Ev cenaze nêzî Bab El Mendeb û Cîbûtiyê hatine dîtin.”

Du roj berê keştiyek noqî avê bûbû, di keştiyê de nêzika 160-200 kesî hebûn. Ahmet Alî diyar kir aqûbeta kesên din nayê zanîn.

Li gorî Rêxistina Koçê di meha Nîsanê de jî keştiyek noq bûbû û herî kêm 42 kes mirine. Li gorî rêxistinê piraniya wan ji Etîyopyayê 32 hezar koçber 6 sal in ji ber şer nikarin ji Yemenê derkevin.