Di 20 salên dawîn de hejmara zarokên karker zêde bû

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19’ê bi milyonan zarok neçar mane ku bixebitin.

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) û Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNICEF) raporeke hevpar weşandin û diyar kirin di serê sala 2020’an de 160 milyon zarok neçar mane ku bixebitin. Saziyan diyar kirin ku di 4 salên dawîn de hejmara zarokên karker 8,4 milyon zêde bûye.

Li gorî texmînan heta dawiya sala 2021’an wê bi giştî 9 milyon zarok neçar bimînin ku bixebitin.

Di serê sala 2020’an de ji 160 milyon zarokên karker 97 milyon ji wan zarokên kur bûn. Ji sedî 70’ê zarokan di karên çandiniyê de, ji sedî 20 di sektora xizmetê de û ji sedî 10 jî di sektora sanayiyê de dixebitin.

Herî zêde jî li Efrîkaya Binê Sehrayê hejmara zarokên karker zêde bûye. Li gorî sala 2016’an di sala 2020’an de hejmara zarokên neçar mane bixebitin 16,6 milyon zêde bûye.