DYE'yê pêkanînên li ser rayedarên berê yên Îranî betal kir

DYE'yê, di demekê de ku bi Îranê de danûstandinên nukleerê dike, pêkanînên li ser rêveberên berê yên Îranî ferz kiribû, betal kir. Di heman demê de pêkanîn danî ser tevnekê ku bi alîkariya malî ya bi Hûsiyan tê sûcdarkirin.

DYE du meh in bi rengekî neyekser ji bo rizgarkirina peymana nukleerî ya bi Îranê re danûstandinan dike. Serokê berê yê DYE'yê Donald Trump sala 2018'an bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişandibû û li pêkanînan vegeriya bû. Piştî salekê jî Îranê gav bi gav sozên di çarçoveya peymanê de dabû, betal kiribû.

DYE'yê, di demekê de ku danûstandinên nukleerî dewam dike, pêkanînên li ser sê berpirsyarên berê yên hikumeta Îranê û du şîrketan betal kir. DYE'yê kes û şîrketên navborî sûcdar dikir ku tevlî karê kirîn, firotin, veguhestin an jî pêşkêşkirina li bazarê ya berhemên petrokîmya yên Îranê dihatin sûcdarkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê de hate gotin, "Ev hewldan nîşaneya biryardariya me ye ku di rewş û nêzîkatiya kesên pêkanîn lê hatiye ferzkirin eger bê guhertin wê pêkanîn bê betalkirin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Ned Price anî ziman ku biryar teknîkî ye, ti pêwendiya xwe bi danûstandinên li Viyanayê nîne.

Wezareta Xezîneyê her wiha biryar da ku pêkanînê deyne tevnekê, ku tê sûcdarkirin bi rêya qaçaxçitiyê alîkariya malî dide Hûsiyên li Yemenê.

Ev tevna ku tê gotin ji aliyê Hûsiyê bi navê Saîd el Cemal ê li Îranê ve tê birêvebirin, ji firotina madeya xav a petrola Îranê bi dehan milyon dolar hatine bi dest xistiye.

Wezaretê diyar kir ku beşeke girîng a vê hatineyê gihîştiye Hûsiyên li Yemenê.

Li gorî daxuyaniyeke cuda ya Wezareta Karên Derve, 11 kes, şîrket û keştî bûne hedefa van pêkanînan. Wezaretê bang li Hûsiyan kir ku agirbestê qebûl bike û bang li aliyan hemûyan jî kir ku dest bi hevdîtinên siyasî bike.