Artêşa Iraqê: Tirkiye 20 km sînor bezandiye, ev dagirkeriyeke mezin e
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl diyar kir dewlat Tirk 20 km sînor beandiye û got, ''Ev dagirkeriyeke mezin e''
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl diyar kir dewlat Tirk 20 km sînor beandiye û got, ''Ev dagirkeriyeke mezin e''
Li gorî nûçeya Rojnewsê Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl li ser êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku ji 23'yê Nîsanê û wir ve didome, daxuyanî da.
Resûl diyar kir artêşa Tirk 20 km sînorên Iraqê bezandiye û got, ''Pir dûrî wî sînorî ye ku di navbeyna du aliyan de bi peymanan hatiye diyarkirin.''
Resûl got, ''Artêşa Tirk hijmara bargehên leşkerî yên li herêma Kurdistanê zêde kiriye. Ne rast e ku artêşa Tirk bi pêş ve biçe, Tirkiye dive humetê ji serweriya Iraqê û welatên cîran re bigire.''
Resûl diyar kir ji bo çareseriyê hewceyî bi rêyên diplomatîk heye û got, ''Tişta ku niha li ser xaka Iraqê dibe dagirkeriyeke mezin e. Dewleta Tirk qada ezmanî ya Iraqê bezand. Bi rêya pergala berevaniya ezmanî divê çareyek ji vê re were dîtin.''