Rûsya bi peykeke pêşketî wê kapasîteya sîxuriyê ya Îranê mezin bike!

Li gorî rojnameya Washîngton Postê, Rûsya wê peykeke sîxuriyê ya pêşketî bide Îranê. Hate ragihandin ku Îran wê bi rêya vê peykê kapasîteya xwe ya sîxuriyê mezintir bike.

Li gorî nûçeya di rojnameya Emerîkî de hate weşandin, Îran wê sûdê ji teknolojiya bilind a Rûsyayê werbigire.

Hate îdîakirin ku Rûsya wê peyka xwe ya bi navê Kanopûs-V radestî Îranê bike, ku ev peyk xwedî kamerayên pêşketî ye.

Li gorî rojnameyê, ku nêrîna rayedarên berê û yên heyî yên li DYE û Rojhilata Navîn wergirtiye, Îran wê bi rêya vê peykê tesîsên hevrikên xwe yên li Rojhilata Navîn bişopîne.

Ev agahî beriya hevdîtina 16'ê Hezîranê ya navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYE'yê Joe Bîden hate parvekirin.

Tê payin peyk mehên bê were firandin, tê diyarkirin encama serdana Zêrevanên Şoreşê yên Îranê yên Rûsyayê ye.

Washîngton Post nivîsî, peyk wê ji Rûsyayê werin firandin û metaryalên li Rûsya hatine hilberandin wê di nav de hebin. Her çendî ne xwedî zerengiya peykê yên DYE'yê ne jî, tê gotin Îran jî  li ser deverên taybet dikare vê peykê bi armanca sîxûriyê bi kar tîne.