KENY’yê ji bo dema duyemîn a Sekreteriya Giştî Gûterres erkdar kir

Konseya Ewlekariya NY’yê, sekrekteriya giştî ya dema duyemîn a Antonîo Gûterres ê 72 salî erê kir. Li bendêye ku li Desteya Giştî ya NY’yê di rojên pêşiya me de ji bo Gûterres deng bide.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) niha erka Antonîo Gûterres a sekreteriya giştî ji bo heta sala 2026’an dirêj kir.

Serokwezîrê berê yê Portekîz Antonîo Gûteres, ji bo vê erkê di nava bi dehan namzetan de ji bo Sekreteriya Giştî ya NY’yê tenê hatiye hilbijartin.

KENY a civînek kurt û girtî pêk anî ûerka Gûtarres dirêj kir. Di rojên pêşiya me de dirêjkirina erka Gûterres a ji bo heta 2026’ê wê li Desteya Giştî ya NY’yê bê dengdan.