Li Nîjeryayê dizê heywanan 66 gundî qetil kirin

Li eyaleta Kebbî ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, bi dehan dizekên heywanan êriş birin ser 7 gundan. Herî kêm 66 gundî qetil kirin.

Berdevkê polîsan Nafîû Abûbakar diyar kir ku kesên çekdar bi motorsîkletê êriş kirin û bi qasî ku tespît kirine 66 kes hatine kuştin.

Berdevk anî ziman ku êriş 3'ê Hezîranê roja Pêncşemê li 7 gundan hate kirin û got, "Ji bo asta hilweşînê ya ku çete bûne sedem û lêgerîna li cenazeyan, lêpirsîn dewam dike."

Meha Nîsanê li heman herêmê, kesên çekdar ji bo dizîna pez gundekî navçeya Sakaba dagir kiribûn û di şer de 9 polîs hatibûn kuştin.

Ev komên krîmînal ku ji aliyê hikumetê veke 'çete' tê pênasekirin, bi dehan sal in li bakur rojavayê Nîjeryayê û li herêma navîn terorê li gel dikin. Ev çete êrişî gundan dike, heywanan didizin û ji bo fîdyeyê mirovan direvînin.

Baregehên çeteyan jî li daristana Rûgû ye ku li eyaletên Zamfara, Katsîna, Kadûna û Nîjerê yên Nîjeryayê ye.