Bi teqîna çiyayê agirî Nyîrangongo mirovên hatibûn derxistin vegeriyan

Li Komara Kongo ya Demokratîk Gomayê piştî teqîna çiyayê agirî bi heftiyan bi hêviya ku malên xwe li ser piyan bibînin bi tirs vedigerin Goma ya li rojhilatê Kongoyê û herêma derdora wê.

Li çiyayê Nyîragongo 22'yê Gulanê teqînê dest pê kiribû, ji ber alava ku jê diherikî bi deh hezaran mirov bêyî ku ti hişyariyek hebe bêgav mabûn ku cihê xwe berdin.

Hin mirovên ku li quntarên paytexta eyaleta Kîvuya bakur dijiyan jî bi tirsa ku piştî heftiyekê wê teqîneke dî bibe dîsa hatibûn derxistin. Rayedaran rojên peyre di serî de bajarokê Sakeyê gelek mirovên ji jîgehên din guhaztibûn deverên ewle.

Gel dema ku vedigere nizane bê ka wê çi bibîne û çi bijî.

Matuso Sumbuo ku li Kîhîsî ya li quntarên Gomayê dijiyan got, ''Em derxistibûn û her tiştê me hate dizîn''. Sumbuo got rayearan soz daye ku alîkarê bidin wan lê hê tiştek nedane wan.

Esperance Suzane jî got,''Em, em ên ku di kargehên biçûk de bi nanoziko dixebitin, niha em ê çawa debara xwe bikin? Li vir em bi serê xwe dijiyan, ji ber ku ji dema ku em hatine û vir ve WFP (Bernameya Zad a Cîhanê) tenê carekê zad daye lê têrê nake.''

Çiyayê Nyîragongo yek ji çiyayê agirî yê herî aktîf e, herî dawî sala 2002'an teqiyabû û bi sedan kes miribû.

Alavê pîstên balafirxaneyê girtibû û piştre 100 hezar mirov bê mal hiştibû. Çiyayê agirî her wiha 1977'an aktîf bû û 600 mirov kuştibû.