Li Kanadayê çar kesên ji malbateke misilman hatin kuştin

Li Kanadayê çar kesên ji malbateke misilman bi êrîşeke bi kamyonê hatin kuştin. Hate diyarkirin ev êrîş bi plan hatiye kirin.

Polîsên herêmî diyar kirin ku li bajarê Londonê yê li başûrê Ontarîoyê, roja Yekşemê êvarê êrîşeke bi plan hatiye kirin.

Çar kesên ji malbateke misilman bi êrîşeke bi kamyonetê hatin kuştin û zarokek jî birîndar bû.

Piştî demeke kurt bersûcekî 20 salî ji ber kuştina mirovan hate girtin.

Rayedarekî polîsên Londonê Pûl Waîght got “Hin îspat hene ku vê êrîşa bi nefret berê plana wê hatiye kirin. Li gorî me ji ber ku malbat misilman bûye ev êrîş hatiye kirin.”