Elmanya ya ku ji dewleta Tirk tirsiya, destûr neda heyeta aştiyê – NÛ BÛ II

Ji bo ku balê bikşînin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk îro heyeteke aştiyê xwest ji Dusseldorfê biçe Hewlêrê. Polîsên Elmanyayê ji 17 endamên heyetê re got “Çûna we, wê bandoreke neyînî li têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re bike’.

Dewleta Elman a ku li hemberî siyaseta dagirker dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dike bêdeng dimîne, biryareke derhiqûqî da ku ev tê wateya piştgiriya desthilatdariya AKP û MHP’ê. 27 çalakgerên aştiyê yên Elman xwestin bi balefirê ji Dusseldorfê biçin Hewlêrê. Polîsên Elmanyayê ev kes asteng kirin.

Heyeta ku Hevseroka Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî di nav de berê hatin destgîrkirin û piştre yeko yeko îfadeyên wan hate stendin. Endamên heyetê xwestin ji bo piştgiriya gelê Kurd biçin Başûrê Kurdistanê û hevdîtinê bi partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî re bikin. Polîsên Federal ji 27 kesan çûna 17 kesan qedexe kir.

MIKURHATINA ‘DIBE KU TÊKILIYÊN ME YÊN BI TIRKIYEYÊ RE XERAB BIBE’

Li dijî çalakgerên aştiyê bi lez biryarek hate dayîn û polîsên Elman diyar kirin wan berê agahî stendine ku heyeteke wisa wê biçe Başûrê Kurdistanê.

Polîsan diyar kirin heke ew destûrê bidin ku ev heyet biçe herêma ku di navbera PKK û dewleta Tirk de şer heye, ew ê di navbera Elmanya û hikumeta Tirk re alozî çêbibe û bi eşkere li xwe mikur hatin ku heyet çima hatiye astengkirin.

Civaka Azad  ku çûna heyetê organîze dikir, vê biryara polîsan bi tundî  şermezar kirin. Civaka Azad ji bo astengkirina heyetê got “Ev tê wateya binpêkirina azadiya seyahatê’ û bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Elmanyayê bi biryareke wisa piştgiriyê dide siyaseta dagirker a dewleta Tirk.

Parlementerê Partiya Çep Hakan Taş hê jî li Balefirgeha Hewlêrê di nezaretê de ye.