Li Pakistanê di qezaya trênê de 40 kes mirin

Li Pakistanê di qezaya trênê de 40 kes mirin. Dibe ku bîlanço girantir bibe.

Berpirsekî Raîlways ê Pakistanê diyar kir kut trêna diçû Karaçiyê li nêzî Daharkî ya li bakurê wîlayeta Sindê ji ser xeta xwe derketiye û li trêneke din ketiye.

Saet di 03.30’an de dema ku 1200 rêwî di xew de bûn, her du trên li hev ketine.

Berpirsê polîsên Daharkiyê Umar Tûfel diyar kir ku 40 kes mirine û gelek kes birîndar bûne. Li gorî berpirs hê jî hin cenaze hene ku ji trênê dernexistine.

Wezîrê Karê Navxweyî Şeyh Raşîd diyar kir ku ev xeta trênê di sala 1880’an de hatiye çêkirin. Ji ber nelirêtî û rêveberiya xerab li şiva trênê û trênê nayê nihêrtin. Di sala 1990’an de jî li wîlayeta Sindê di qezaya trênê de 300 kes miribûn û 700 kes birîndar bûbûn.

Di Cotmeha 2019’an de jî trênek dema ku diçû Rawalpîndiyê agir bi trênê ketibû û herî kêm 75 kes miribûn.