Ziwatiya li Brezîlyayê wê bibe sedema pirsgirêkên giran

Li Brezîlyayê ziwatî gihîştiye asta herî bilind a sedsala dawî. Li tevahiya welêt, metirsia krîza av û elektrîkê heye.

Hikumeta Brezîlyayê îsal di nava ziwatiya herî giran a sedsala dawî de ye. Hate ragihandin ku ev yek jî wê bibe sedema kêmbûna hilberîna elektrîkê û ji bo krîza aboriyê hişyarî tê dayin.

Li Brezîlyayê, ji ji aliyê enerjiyê ve bi santralên hîndroelektrîk ve girêdayî ye, ziwatî gefê li hilberîna elektrîkê jî dixwe. her wiha maliyeta wê zêde dike û li ser çandinî û aboriyê gefeke mezin e.

Hikumeta Brezîlyayê jî ragihand ku li welêt ziwatiya herî giran a sedsalê heye.

Ji Enstîtuya Enerjî û Hawirdorê ya Zanîngeha Sao Paulo profesor Pedro Luiz Cortes ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku ziwatiya li başûrê Brezîlyayê pêwendiya xwe bi bûyera avhewayê ya La Nîna heye.

Cortes diyar kir ku ziwatî dibe ku sal û nîvekê, du salan dewam bike û got, ji ber "Bêdaristanhiştina li Amazonan" valahiyek ji deh salan a baranê rû daye û dibe ku ev yek kronîk bibe.