Li Pakistanê qeza trenê: Herî kêm 30 kes mirin

Li başûrê Pakistanê di encama qezaya trenê de herî kêm 30 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berpirsyarekî Railwaysê ya Pakistanê ragihand ku trena diçû Karaçiyê, li nêzî Daharkî ya li bakurê wîlayeta Sindê ji rê derket û li treneke ku ji aliyê din ve dihat ket.

Berdevkê polîsê Daharkî Ûmar Tûfaîl got, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 30 kes mirine.

Berpirsyarê Railwasyê ragihand ku hîn jî gelek kes di nava trenê de asê mane.

Tren û bi hezaran kîlometre şiba trenê ya ji dema mêtingeriya Îngiliz mane, li Pakistanê timî dibin sedema qezayên trenê.

Ji ber karên nelirê, rêveberiya nebaş û kêmaniya razemeniyê, şiba trenê û tren nayên nûkirin.