Piştî komkujiya li Burkîna Fasoyê bi hezaran kesî malên xwe berdan

Li gundekî Burkîna Fasoyê piştî ku zêdetirî 160 kesî hatin kuştin, 5 hezar û 300 kesî gundên xwe berdan.

Şeva şemiyê li gundê Solhanê yê bajarên Yaghayê ku li ser sînorê Nîjerê ye êrîşeke çekdarî çûbû ser gundiyan.

Li gorî saloxdariyên xwecih di êrîşê de 160 kes hatin kuştin. Komîseriya Payebilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir liş derdora 40 kesî ku bi giranî birîndar bûbûn rakirin nexwşexaneyan.

Berdevkê UNHCR'yê Babar Baloch got bi qasî 3 hezar û 300 kesî reviyane gundên Sebba û Sampelga, ji van zêdetirî 2 hezar kesî zarok in û 500 jjê jin in.

Baloch agahî da ku UNHRC û hevkarên wê 200 stargehî ava dike.

Ji serê salê û wir ve komên çekdar ên bi ser çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê ve êrîşan tînin. Êrîş piranî li Burkîna Faso, Malî û Nîjerê dibin û piranî jî sivîl têne kuştin.