Talîbanî naxwazin dewleta Tirk li Efganistanê bimîne

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan diyar kir piştî ku DYE vekişe ew ê leşkerên Tirk li Efganistanê bimîne. Talîbanê jî got “Heke hinek kes şaşiyeke wisa bikin, em ê wan wekî dagirker bibînin.”

Serokkomarê Tirk beriyac civîna NATO’yê ya roja Duşemê li balefirxaneya Ataturkê gotibû “Emerîka a niha xwe amade dike ku ji Efganistanê derkeve. Piştî derketina wan tekane hêza ewle ya ku ew ê karibe pêvajoya li wir bi rê ve bibe, Tirkiyeyê ye. Jixwe hevalên me bersivên pêwist dan mûxataban.”

Dewleta Tirk di nava hefteyê de jî pêşniyazeke wisa kiribû. Tevgera Talîbanê roja Şemiyê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû “Divê her bihusta axa Efganistanê, ewlekariya hemû nûnertiyan ji berpirsyariya Efganan re were hiştin.”

Tevgera Talîbanê bal bir ser ‘hinek agahiyên’ li ser medyayê û got “Navê wan çi dibe bila bibe dema hêzên biyan li ser axa me bin wê ev tişt ji aliyê gelê Efgan û Emîrtiya Îslamê (Tevgera Talîbanê’) neyê qebûlkirin. Heke hinek kes gaveke wisa biavêjin, em ê wan wekî dagirker bibînin.”

Li gorî peymana par di navbera DYE û Talîbanê de hatibû kirin, hêzên biyan divê heta 11’ê Îlonê vekişin.