Partiya Çepgir: Dewleta Elman divê nebe nokerê Erdogan

Astengkirina şandeya ku dixwest ji Dusseldorfê were Hewlêrê bû sedema ku Elmanya bi tundî were rexnekirin. Rêveberê Partiya Çepgir Schîndler got, ''Divê saziyên Elman nebin xulamê Erdogan''.

Şandeyek ji siyasetmedar, parêzvanê mafê mirovan, nûçegihan û aktivîst duh ji bo ku pêşî li şerekî pêkan ê nav Kurdan bigirin û balê bikişînin ser êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê xwestin ku ji balafirxaneya Dusseldorê werin Hewlêrê.

Aktivîstên ku bi rêya Hewayî xwe gihandin Hewlêrê ji hêza hêzên çekdar ên PDK'ê ve hatibû astengkirin û dersînorkirin, 27 kesên şandeyê ku dixwestin ji Dusseldorfê bêne Hewlêrê ji hêla polîsên Elman ve hatibû astengkirin.

Ev nêzîkatiya polîsên Elman bû sedema nerazîbûnên tund.

Lijneya Rêveberiya Federal a Partiya Çepgir ji hikûmeta Merkel derheqê rûdanê daxuyaniyeke berfireh xwest. Ji rêveberên Partiya Çepgir Jorg Schîndler jî diyar kir divê polîs karê siyasetmedaran asteng neke û rexneyên tund anî ser rêveberiya Berlînê.

Schîndler got, ''Dewleta Elman divê nebe xulamê Erdogan'', diyar kir şande ji bo karekî mirovî û li gorî hiqûqê hewl daye tiştinan bike.

Rêveberê Partiya Çepgir got şande dixwest biçe herêmê, balê bikişîne ser êrîşên Tirk ên dijî hiqûqa navdewletî y^ne li ser Başûrê Kurdistanê û got, ''Tişta ku dihate xwestin ku were kirin bi temamî bi çarçoweya peywra siyasetmedaran bû.''

Serokê Meclîsa Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Caralo Veît têkilî astengkirina du endamên meclîsa wan helwest nîşan da û xwest ku derheqê rûdanê lêkolîneke berfireh were kirin. Yek ji sendîkaya nûçegihanan a Elmanyay Verdî jî got astengkirina endamên wan dijî hiqûqa navnetewî ye.