CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Êrişî Sanayê hate kirin: 14 kes mirin
Koalîsyona Ereban li Sanayê da ya ku di bin kontrola Hûsiyên Yemenê de ye. Hate ragihandin di vê êrişa hewayî de 14 kes mirine. -
Wê Belarûs û Rûsya tatbîkateke leşkerî bikin
Serokê dewleta Belarûsê Alexandr Lûkaşenko diyar kir wê di meha Sibatê de tevî Rûsyayê tatbîkatên leşkerî li dar bixînin. -
Îran piştî şeş salan dîplomatên xwe dişîne Cîddeyê
Heyeteke dîplomatîk a Îranê di bin banê Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamî li bajarê Cîdde yê Sûûdî Erebistanê wê buroyên xwe veke. Di navbera her du welatan de şeş sal in têkiliyên dîplomatîk qut bûbû. -
Hûsiyan li tankêrên petrolê yên Emîrtiya Ereban a Yekgirtî dan
Hûsiyên Yemenê diyar kiribûn wê li hemberî Emîrtiya Ereban a Yekgirtî operasyoneke leşkerî ya berfireh li dar bixin. Piştî vê daxuyaniyê di sê tankêrên petrolê de teqîn pêk hat. -
Koreya Bakur du fuzeyên nû ceriband
Koreya Bakur ji balafiregeheke nêzî paytext Pyongyangê du fuzeyên nû yên balîstîk ceriband. -
Li Bexdayê teqîn
Li paytexta Iraq Bexdayê doh bi şev 2 bombe hatin teqandin. -
Piştî teqîna volkanê li Tongayê, li gelek herêman alarma tsûnamiyê hate dayin
Teqîna volkanê Ha'apai yê li Tongayê, gelek welatên Pasîfîk ketin nava alarmê. Pêla giraniyê ya ji ber teqînê, li Elmanyayê jî hate hîskirin. -
Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
Li bakurê Yewnanîstanê erdhejek bi pileya 5.4 çêbû. -
Êrişa sîber a li ser Ûkraynayê: Avaniya daneyê dibe ku nema bixebite
Êrîşeke sîber çû ser malperên hikûmeta Ûkraynayê. Mîcrosoftê ji ber êrîşa giran hişyarî da û got dibe ku hemû avaniya daneyên bi ser hikûmetê ve nema bixebitin. -
Droneyên Tirk li Etîyopyayê sivîlan dikujin
Li herêma Tîgrayê artêşa Etîyopyayê di êrîşên hewayî de bi kêmanî 108 sivîl kuştin. Di van êrîşan de tê diyarkirin di van êrîşan de drone bi roleke navendî radibin. -
Bîerbaûm: Divê qedexeya li ser PKK'ê rabe
Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm got, ''Em destekê didin ku PKK'ya li ser qedexe rabe'' û xwest ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê'' were derxistin. -
Cemal Biyûmî: Rewşa Tirkiyeyê her ku diçe xirab û aloz dibe
Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Cemal Biyûmî anî ziman ku Tirkiye hemû pîvanên navdewletî binpê dike û got: "Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk her ku diçe rewşa aborî ya Tirkiyeyê xirab û aloz dibe." -
Piştî teqîna volkanîk dibe ku tsûnamî pêk were
Li Pasîfîkê volkana Hunga Ronga-Hunga Ha’apaî teqîn pêk hat. Rayedaran diyar kirin dibe ku li Tonga, Fîjî û Zellandaya Nû tsûnamî pêk were. -
Koreya Bakur di nava 14 rojan de cara sêyemîn fuze ceriband
Koreya Bakur li gel pêkanînên Emerîkayê jî ji destpêka salê ve cara sêyemîn e ku fuzeya balîstîk diceribîne. -
Li peravên Endonezyayê erdheja bi mezinahiya 6.6 pileyî
Li peravên girava Cava ya Endonezyayê bi mezinahiya 6.6 pileyî erd hejiya. -
Iraq wê heta 15 rojan serokkomarê xwe hilbijêre
Parlementoya Iraqê wê heta 15 rojan serokkomarê hilbijêre. Ji bo hilbijartinê 4 namzet hene. -
Rûsyayê Qazakîstan ji bereya 'Tûranî' derxist?
Ji çalakiyên protestoyî yên li Qazakîstanê bi taybet Rûsya jê sûd wergirt. Destwerdana Rûsya ya li Qazakîstanê bi rengê ku Qazakîstan ji bereya Tûranî hate derxistin, hate şîrovekirin. -
Pisporên Neteweyên Yekbûyî xwestin Guantanamo bê girtin
Pisporên serbixwe yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin wezîfedarkirin, nerazîbûn nîşan dan ku li Guantanamoyê "binpêkirina mafên mirovan daîmî bûye" û ji DYE'yê xwestin ku vê girtîgehê bigire. -
Doktoran yekemcar dilê berazekî xist bedena mirovekî
Emeliyatê nîşan da ku yekemcar dilê heywanekî bêyî ku di cih de bê redkirin di bedena mirovekî de lê bide. -
Îsraîl: Peymana nukleer a bi Îranê me eleqedar nake
Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett diyar kir heke di muzakereyên Viyanayê de bi Îranê re peymanek çêbibe, wê ev peyman Îsraîlê eleqedar neke. -
Li gorî Îranê di dosya nukleerê de 'pêşketineke baş' heye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîbzade diyar kir ku li Viyanayê di danûstandinan de yên li ser nukleerê 'pêşketineke baş' heye. -
Li Kazakistanê 8 hezar kes hatin destgîrkirin
Li Kazakistanê di xwepêşandanan de bi dehan kes hatin kuştin. Li gorî bîlançoya nû nêzî 8 hezar kes hatine destgîrkirin. -
Zext û zordarî li Kazakistanê giran dibe: 6 hezar kes hatin girtin, 160 kes hatin kuştin
Zexta li Kazakistanê giran dibe. Li gorî daneyên hikumetê, ku bi rengekî serbixwe hînê nehatiye piştrastkirin, di raperînê de nêzî 6 hezar kes hatine girtin û zêdeyî 160 kes hatine kuştin. -
Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket: 19 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket. 9 jê zarok herî kêm 19 kes mirin. Şaredar ji bo vê yekê got, "Yek ji şewatên herî giran ê bajêr." -
Mihemed Helbusî careke din bû Serokê Parlamentoya Iraqê
Mihemed Helbusî bi piraniya dengan cara duyemîn bû Serokê Parlamentoya Iraqê.