Koreya Bakur du fuzeyên nû ceriband
Koreya Bakur ji balafiregeheke nêzî paytext Pyongyangê du fuzeyên nû yên balîstîk ceriband.
Koreya Bakur ji balafiregeheke nêzî paytext Pyongyangê du fuzeyên nû yên balîstîk ceriband.
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve hatin parvekirin, rejîma Koreya Bakur a cîran 17'ê Çileyê roja Duşemê du fuzeyên nû yên balîstîk ceriband.
Hate ragihandin ku fuzeyên menzîla wan kurt bûn, ji balafirgehek nêzî Pyongyangê hatin avêtin. Fuzeyên ku bi 42 kîlometreyan bi hewa ketin, bi 380 kîlometreyî çûn.
Koreya Bakur roja Înê ji trenekê du fuzeyên taktîk, 5 û 11'ê Çileyê jî 2 fuzeyên hîpersonîk ceribandibû.