Piştî teqîna volkanîk dibe ku tsûnamî pêk were
Li Pasîfîkê volkana Hunga Ronga-Hunga Ha’apaî teqîn pêk hat. Rayedaran diyar kirin dibe ku li Tonga, Fîjî û Zellandaya Nû tsûnamî pêk were.
Li Pasîfîkê volkana Hunga Ronga-Hunga Ha’apaî teqîn pêk hat. Rayedaran diyar kirin dibe ku li Tonga, Fîjî û Zellandaya Nû tsûnamî pêk were.
Li gorî parvekirinên medyaya dîjîtal ên ji Tongayê hatine bi qasî 8 deqîqeyan teqîn pêk hatiye û piştre xwelî bariyaye.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî teqîn li Sûvayê ya ku paytexta Fîjî ye û 800 kîlometreyan dûr jî hatiye bihîstin.
Paytexta Tongayê 65 kîlometreyan li bakurê herêma volkanê ye.