Pisporên Neteweyên Yekbûyî xwestin Guantanamo bê girtin

Pisporên serbixwe yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin wezîfedarkirin, nerazîbûn nîşan dan ku li Guantanamoyê "binpêkirina mafên mirovan daîmî bûye" û ji DYE'yê xwestin ku vê girtîgehê bigire.

Girtîgeha leşkerî ya Guantanamoyê piştî êrişên 11'ê Îlonê ji aliyê Washingtonê ve bi navê 'têkoşîna li dijî terorîzmê' hatibû vekirin.

12 pisporên serbixwe yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin wezîfedarkirin, lê belê bi navê Neteweyên Yekbûyî nikarin biaxivin, bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku Guantanamo bê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Destgîrkirina bi rengekî kêfî ya bîst salan a di bin êşkence û kiryarên xerab de, ku nayê darizandin, ji bo ti hikumetê bi taybetî ji bo hikumeta ku dixwaze mafên mirovan bê parastin, nayê qebûlkirin."

Li vê girtîgeha ser bi baregeha deryayî ya leşkerî ya li başûr rojhilatê Kubayê, girtiyên destpêkê beriya 20 salan di 10'ê Çileya 2002'an de hatin zindanîkirin. Pispor ji bo vê derê gotina 'çalareş a qanûnî' bi kar tînin û dibêjin, 'deqeke reş e' li sozên DYE'yê yên têkildarî mafên mirovan.

Koma xebatê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku "ev rûpelê qirêj" bê girtin û girtî ji girtîgehê bêne derxistin yan jî ji welatekî sêyemîn ê pê bawer re bêne şandin, ji ber êşkence û girtina bi kêfî tazmînat ji girtiyan re bê dayin.

Pisporan ragihandin ku ji sala 2002'an û vir ve heft girtî li girtîgehê mirine, 7 bûyerên bi guman ên xwekuştinê rû dane, lê lêpirsîneke edlî nehatiye destpêkirin. Pisporên Neteweyên Yekbûyî bang kirin ku berpirsyarên êşkenceyê bêne darizandin.

Nêzî 780 girtî li girtîgeha Guantanamo Bay hatin şandin. Girtî destpêkê xistin qefesan, piştre jî xistin hucreyan. Hin ji wan bêyî mehkûmiyetê piştî zêdeyî 10 salan hatin berdan.

Niha 39 girtî lê hene. Tê gotin ku 13 ji wan dikarin bên berdan. Ji bo berdana 14 kesan jî hêvî tê kirin, 10 kes hînê nehatine darizandin û 2 kes jî hatin mehkûmkirin.

Berdevkê Pentagonê John Kirby roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku soza rêveberiya Emerîkayê ya ji bo girtîgeha Guantanamo Bay dewam dike û got, "Em rêya ku bê şopandin lêkolîn dikin."