BI DÎMEN

Civaka Azad a Brîtanyayê banga tevlîbûna Mihrîcana Madenvanên Durhamê kir

Civaka Azad a Brîtanyayê banga tevlîbûna 139’emîn Mihrîcana Madenvanên Durhamê ya ku ji hêla Sendîkaya Madenvanên Durhamê ya ku piştgiriyê dide “Kampanyaya Sendîkayê ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ve tê lidarxistin, kir.

139’emîn Mihrîcana Madenvanên Durhamê ya ku ji sala 2016’an ve ji hêla Sendîkaya Madenvanên Durham ve tê lidarxistin, dest pê dike. Civaka Azad a Brîtanyayê der barê mihrîcanê de daxuyaniyek nivîskî da û bang li her kesî kir ku tevlî mihrîcana ku di 12’ê Tîrmehê roja Şemiyê bê lidarxistin, kir.

Civaka Azad diyar kir ku mihrîcan ne tenê çandî ye, di heman demê de têkoşîna karkeran, hevgirtina navneteweyî û daxwaza azadiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku Sendîkaya Madenvanên Durhamê di nav zêdetirî 15 sendîkayên Brîtanî de ye ku ji sala 2016'an vir ve bi eşkereyî piştgirî dane "Kampanyaya Sendîkaya ji Abdullah Ocalan re Azadî". Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku diyarîkirina mihrîcanê ya ji bo "Azadiya Ocalan" têkoşîna ked û aştiyê ya navneteweyî de hîn watedartir kiriye.

Civaka Azad di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Mihrîcana Durhamê mîrateyeke dewlemend a keda dîrokî zindî dihêle û di heman demê de ji bo daxwazên aştî, azadî û çareseriyeke demokratîk qadekê vedike û got: "Em hemû gelê Brîtanî, sendîka, rêxistinên demokratîk û her kesên ku piştgiriyê dide azadiyê vedixwînin vê mihrîcana mezin a ku di 12’ê Tîrmehê de li Durhamê bê lidarxistin. Bi hev re, bi hevgirtinê, xurtir in!"