Hûsiyan li tankêrên petrolê yên Emîrtiya Ereban a Yekgirtî dan

Hûsiyên Yemenê diyar kiribûn wê li hemberî Emîrtiya Ereban a Yekgirtî operasyoneke leşkerî ya berfireh li dar bixin. Piştî vê daxuyaniyê di sê tankêrên petrolê de teqîn pêk hat.

Teqîn li Abû Dabiyê ya ku paytexta Emîrtiya Ereban a Yekgirtî ye pêk hat. Polîsên Emîrtiyê diyar kirin di sê tankêran de teqînek pêk hatiye û li nêzî balefirgehê jî agir bi qadeke biçûk ketiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî polîsan diyar kirine teqîn û şewat dibe ku ji ber êrişa droneyan pêk hatiye.

Piştî ku Hûsiyan diyar kiribûn wê li hemberî Emîrtiya Ereban a Yekgirtî operasyoneke leşkerî ya berfireh li dar bixin, ev teqîn pêk hat.

Li gorî nûçeya Reûtersê berdevkê leşkerî yê Hûsiyan êriş li xwe girtine.