Bîerbaûm: Divê qedexeya li ser PKK'ê rabe

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm got, ''Em destekê didin ku PKK'ya li ser qedexe rabe'' û xwest ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê'' were derxistin.

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê (European Left Party EL) Heînz Bîerbaûm xwest ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê'' were derxistin.

Bîerbaum got qedexeya li ser PKK'ê li pêş aştiya Tirkiyê-Kurdistanê û herêmê astengiya herî mezin e û destnîşan kir PKK di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de nirxên mirovahiyê parastine.

Bîerbaûm got, ''Rakirina qedexeya li ser PKK'ê û derxistina PKK'ê ya ji nav lîsteya terorê ya YE'yê, li Tirkiyê û hemû herêmê, ji bo pêvajoya aştiyê wê bibe gaveke rast. Li ber ronkahiya têkoşîna PKK'ê û hevalbendên wê ya li dijî DAÎŞ'ê û rizgarkirina bi sed hezaran kesên endamên etnîk û kêmarên dînî, ev ê bibe îşareteke piştevaniyê ya girîng û naskirina tevgera azadiya Kurd.''

Bîerbaûm got ji ber qedexeya li ser PKK'ê, Kurd ne tenê li Tirkiyê, li Ewropayê jî haqê wan têne desteserkirin, Kurd li Ewropayê ji jiyana siyasî têne qutkirin.

Bîerbaûm got, ''Qedexeya li ser PKK'ê, Kurdên ku li Yekîtiya Ewropayê dijîn, ji ber zext û kontrola hêên ewlehiyê, nahêle ku tevgerên Kurd ên yasayî jî aktîf bin.  Bi deh hezaran mirovên Kurd, weke azadiya derbirînê, kombûnê û çapemeniyê, xwedî mafên sereke ne. Qedexe û di encama vê de deqekirin, li pêş entengrasyonê astengiyek e.''

Bîerbaûm herî dawî got ew hevkariya leşkerî ya dewletên Ewropî ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin û naxwazin dewletên Ewropî çean bişînin Tirkiyê û welatên din ên herêmê.