Cemal Biyûmî: Rewşa Tirkiyeyê her ku diçe xirab û aloz dibe

Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Cemal Biyûmî anî ziman ku Tirkiye hemû pîvanên navdewletî binpê dike û got: "Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk her ku diçe rewşa aborî ya Tirkiyeyê xirab û aloz dibe."

Alîkarê Wezîrê Derve yê Misrê yê berê Cemal Biyûmî anî ziman ku kongreya ciwanan şansekî mezin bû ji bo rêyek hevbaş, berjewendî û siyaseta Misrê re û wiha axivî: “Daxwiyaniyên Serokê Misrê ên têkildarî mijara sererastkirin sînorekî di navbera Misir, Yûnanistan û Qibrisê de ku bi sînorê aboriyê li rojhilata deryaya navîn tê nas kirin. Her wiha ev sînor pir giring e, ji ber ku wê dewlemendî û berhemên Misrê yên weke gaz û petrolê biparêze. Dibe ku hin berhemên dîn jî li herêmê werin dîtin, li gorî qanûnên navdewletî mafên Misrê li herêmê û mafên welatên dîn destnîşan dike. Bê guman ev xalek girîng ya parastinê bû li dijî hin welatên bi xwên emperyalîzmê ên kevnar xwe îdare dikin e. Belê desthilatdariyek mezin vê herêmê birêve dibe, lewra Misrê bi lihevhatinê hemû berjewendiyên xwe bi cîh anî û li gorî qanûna navdewletî û qanûna derveyî navdewletî berjewendiyên xwe bi hin aliyan re pêk anî.“

‘SEROKÊ TIRKIYEYÊ QELS Û DU DIL E‘

Biyûmî, têkiliyên di navbera Misir û Tirkiyeyê de jî nirxand û wiha pê de çû: “Serokê Tirkiyeyê di têkiliyên navdewletî de ji bo daxwazên welatê xwe du dil e. Ji bo vê yekê me balyozê xwe ji Enqerê kişand. Em rêzê ji xelkê Tirkiyeyê re digrin û em di nava têkiliyên xurt de ne. Bi hebûna kesên koka wan Tirk li Misrê em keyfxweşin. Ji ber wê yekê têkiliya me têkiliyek îslamî ye û vedigere hezar salî. Lê em serokê Tirkiyeyê qels û du dil qebûl nakin.“ 

‘TIRKIYE DIXWAZE GIREVÊN YÛNANÎSTANÊ DAGIR BIKE‘

Biyûmî bal kişand li ser axaftina Serokomarê Misrê Ebdulfetah Elsîsî li ser lihevhatina pêkanîna sînorek deryayî bi Yûnanistanê re û wiha dom kir: “Ev mijar bi taybet ji bo Misir û Tirkiyê ne cihê aloziyê ye, lê belê ew alozî di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de ye. Ji ber ku giravên Yûnanistanê hawîrdorê sînorên Tirkiyê yên deryaya navîn dorpêç dikin, êdî Tirkiyê dibe dewletek ne navîn. Bi vê yekê Tirkiyê dibêje ev girav û Yûnanistanê bi temamî perçeyek ji Osamaniyan bû. Tu civak an jî tu dewlet vê yeke qet qebûl nakin. Ji vir şûnde ji helwesta Misirê ya tund tê nas kirin ku Rêxistina Peymana Atlantîka (NATO) koma welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî arastekirinên Tirkiyê yên di vî warî de radieste. Tirkiye hewil dide tevlî vê komê bibe ku gelek caran hişyarî dane Tirkiyê û endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê rawestand. Ji ber vê yekê em ji civaka navneteweyî helwestek piştgiriyê digirin, lê ya girîngtir ew e ku piştgiriyê dide hevalbendên sereke yên Tirkiyeyê ku Yekîtiya Ewropa û NATO ne.“

‘HEM JI MIZGEFTÊ HEM JÎ JI DÊRÊ BÛ‘

Biyûmî, li ser peywendiyên Tirkiyê yên bi Xelîc re û serdana Erdogan ya Siûdiyê û Îmarat re jî nirxand û got: “Ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê her ku diçe rewşa aboriya Tirkiyeyê xirab dibe. Weke gotinên pêşiyan ên Misrê `Eyin fî elcena û `eyin fî elnnar (Hem ji mizgeftê hem jî ji dêrê bû) yanî dewleta Tirk ji herêmê piştgiriyê dixwaze, her wiha piştgiriyê ji dewletên Misilman ên dewlemend û bi taybet dewletên Xelîc jî dixwaze. Ji ber vê yekê bi awayekî du dilî û bi qelsbûn nêzî têkilî û pêwendiyan dibe"

‘TIRKIYE HEMÛ PÎVANAN BINPÊ DIKE‘

Biyûmî der barê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk de jî wiha got: “ Dewletên Xelîc piştgiriyê qet nadin Tirkiyê. Ji ber ku dijminatiya wê bi Misrê û Lîbiyayê re baş dibînin. Her wiha helwesta wê ya qirêj di der barê Lîbiya de ku Tirkiyê perçeyeke mezin ji kirîza wê ye ji ber ku wê bi hezaran çete derbasî Lîbiyayê kir. Êdî ev yek kirîza Lîbiyayê gurtir kir. Ji ber vê yekê piştgiriya dewletên Xelîc ji Tirkiyê re pir zehmet e, ne tenê helwestên wê di der barê Xelîc, Misir û Yûnanistanê de. Lê pisgirêka mezin ew e ku gelo çawa dewletek dikare hemî pîvanên navdewletî û Peymana Natoyê bin pê dike û li dijî dewletek cîran şer dike û hemû mafên mirovî bin pê dike."