Zext û zordarî li Kazakistanê giran dibe: 6 hezar kes hatin girtin, 160 kes hatin kuştin

Zexta li Kazakistanê giran dibe. Li gorî daneyên hikumetê, ku bi rengekî serbixwe hînê nehatiye piştrastkirin, di raperînê de nêzî 6 hezar kes hatine girtin û zêdeyî 160 kes hatine kuştin.

Li Kazakistanê zext û zordarî dewam dike. Rayedaran 9'ê Çileyê roja Yekşemê ragihandin ku têkildarî raperîna li vî welatê herî mezin ê Asya Navîn, nêzî 6 hezar kes hatine girtin. Di daxuyaniya Serokkomariya Kazakistanê de bêyî ku detay bêne eşkerekirin, hate ragihandin ku ji 125 lêpirsînên cuda "gelek ji wan kesên biyanî" bi giştî 5 hezar û 800 kes hatine girtin.

Di daxuyaniyê de ku piştî civîna krîzê ya bi Serokkomar Kasim Jomart Tokayev re hate kirin, hate ragihandin ku tevî operasyonên 'paqijkirinê' yên hêzên ewlekariyê jî 'Li tevahiya herêmên welêt rewş aram bûye'.

Medyayê jî li gorî daneyên wezareta tenduristiyê ragihand, ku 103 jê li paytexta aboriyê ya welêt Almati herî kêm 164 kes hatine kuştin. Ev bîlançoya ku ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin, giran dibe. Rayedaran beriya niha ragihandibûn ku heta niha pîst û şeş çalakgerên protestoyî û şanzdeh wezîfedarên ewlekariyê hatine kuştin û zêdeyî 2 hezar kes birîndar bûne.

ZÊDEBÛHA BUHAYÊ GAZÊ

Li Kazakistanê ku nifûsa xwe 19 milyon e û ji aliyê hîdrokarbonê ve welatekî dewlemend e, vê hefteyê bi raperîneke ku ji sala 1989'an û vir ve nedîtiye, hejiya. Beriya ku çalakiyên şermezarkirinê bigihêje paytexta aboriyê û bajarên mezin roja Yekşemê bi zêdebûha buhayê gazê li bajaran dest pê kir. Li Almati ku raperîn mezin bû, polîsan fîşekên rastî berdan xwepêşandêran.

Li gorî çapemeniya xwecihî, Wezareta Karên Hundir a Kazakistanê roja Yekşemê ragihand ku ji ber tundiyê bi 175 milyon euroyî xisar bûye. Li gorî heman çavkaniyê, zêdeyî hezar kargeh û banka hatine talankirin û zêdeyî 400 wesayit jî hatine îmhakirin.

Di daxuyaniya roja Şemiyê de jî hate ragihandin ku midûrê berê yê servîsên îstîxbaratê Karîm Massîmov bi gumana 'xayîntiya li welêt' hatiye girtin.

Tokayev ku diyaloga bi xwepêşandêran re red dike, roja Înê erk dabû hêzên xwe ku 'bêyî hişyariyê bike guleyan berdin û bikujin'.

RAGEŞIYA RÛS-DYE'YÊ

Ev krîza li Kazakistanê di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de jî bû sedema rageşiyê. Moskowayê li ser banga Tokayev, weke parçeyek ji yekîtiya Rêxistina Peymana Ewlekariya Komî ya Pirneteweyan (CSTO) leşker li vî welatê Asya Navîn bi cih kir.

Nûnerên DYE û Rûs wê êvara Yekşemê li Cenevreyê ji bo nirxandina rewşa Ûkrayna û Ewropayê li hev bicivin. Moskowayê hevdîtinek bi Washîngtonê ya li ser Kazakistanê red kir. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergei Riabkov got, "Ev pirs qet wan eleqedar nake."